ZOZANÊ ME Em biharan diçin zozanan. Keç û bûkên gundê me xwe dixemilînîn, li hespan siwardibin û berê xwe didin waran. Kar dikeve ser milên herkesî; şivan berê birên pez didin zozanan, berxivan jî berxan hêdî hêdî ber bi waran dikişînin. Gundî tiştên xwe li ker û hespan bardikin, dibin waran, baran datînin, konan vedigirin, hinek jî çeper û holikan çêdikin.
Roj dibe roja zarokan, ev roj ji bo wan wekî cejn e. Ew gulên pêşerojê dikevin nava mêrgên zozanan, deste deste gul, sosin û beybûnan dibistînin. Dengê zarokan, kalîna berxan û orîna golikan li hev diqelibin, dibe şadî û dikeve nava waran.
Ber bi nîvro gavan dewaran dajo nava waran. Zarok diçin çêlekan tînin û li ber konan girê didin. Jin, berê golikan berdidin bin mangan û dûv re didoşin. Gava gavan diçe mala xwe, şivan jî pez tîne bêriyê. Bêrîvan eyaşîran dikin tûran, didin pişta xwe, elban davêjin milên xwe, diçin bêriyê û pez didoşin, gava elban tijî dikin, tînin berdin eyaşîran. Li pey dotinê berxivan berxan berdide nav pez. Berx makên xwe dibînin, dikevin bin û dimijin. Ev jiyan îro ji bo min wekî xewn e.
| Наше пастбище
Весной мы выезжаем на пастбища. Девушки и невесты нашей деревни наряжаются, садятся на лошадей и направляются ("свой путь дают") в лагеря. Работа достаётся всем ("падает на плечи всех"); пастухи-"баранщики" гонят стада баранов на пастбища, а пастухи-"ягнятщики" медленно-медленно ведут ягнят на стойбища. Крестьяне грузят свои вещи на ослов и лошадей, отвозят в лагеря, разгружают грузы, разбивают палатки, а кто-то сооружает заборы и летние дома.
День становится днём детей. Этот день для них как праздник. Эти цветы будущего оказываются на лужайках пастбищ, охапками рвут розы, лилии и ромашки. Голоса детей, блеяние ягнят и мычание телят переплетаются, становятся радостными и оказываются на стоянке.
К полудню пастух гонит коров на пастбища. Дети идут, приводят коров и привязывают у палаток. Женщины сначала оставляют телят под коровами, а потом доят. Когда пастух-"коровщик" идёт домой, пастух-"баранщик" приводит овец в загон.
|